HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd 2023-05-28 12:22:50   AMED - HUDA PAR’ê li dibistanek Amedê zarokek binê 18 salî kir muşahîdê sindoqê.    HUDA PAR’ê li sindoqa jimara 1075’an a Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya navçeya Rezana Amedê zarokek 17 salî kir muşahîdê partiya xwe. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk vê yekê ferq kirin û îtîraz kirin. Li ser îtîrazê zarok ji dibistanê hat dûrkirin.    Parêzerên li dibistanê wezîfedarin bûyerê piştrast kirin û hat zanîn ku têkildarî mijarê girtek girtin e.