Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê 2023-05-28 12:37:27   AMED - Parlamenterê Partiya Çep a Alman Hakan Taş ji bo hilbijartina serokkomariyê bişopîne hatiye Amedê û got: “Hêvî dikim ku Tirkiye carek din di tarîtiyê de nefetise. Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe ser sindoqan.”    Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê û Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç li Lîseya Anadolûyê ya Ziya Gokalp a navçeya Bajarê Nû ya Amedê raya xwe da. Paşê Kamaç û şandeyek biyanî ku ji Almanya, Swîsre bo şopandina hilbijartinê hatiye Amedê li ber dibistanê daxuyaniyek dan.    ‘BI SIBEROJÊN RONÎ’   Li ser navê şandeyê Parlamenterê Partiya Çep a Almanya Hakan Taş axivî û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo demokrasiyê gelek girîng e. Em hêvî dikin ku wê demokrasî ji vê hilbijartinê derkeve û wê Tirkiye hin bêtir ber bi pêvajoyek tarî û zor ve nece. Bila ev hilbijartin bibe hêviya siberojên hêvî. Divê her kes ji bo parastina mafên mirovan biçe ser sindoqan û em hêvîdarin em ê bi ser bikevin. Em ji bo encamên hilbijartinê hilbijartinê bişopînin û binpêkirinan çaverê bikin li vir in. Divê her kes bi awayek azad raya xwe bide.”