Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan 2023-05-28 12:48:59   ENQERE - Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû raya xwe da û wiha got: “Ji bo ev zext bi dawî bibin û ev welat bigihîje demokrasiya rasteqîn, ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan.”    Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li gel hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû li Dibistana Seretayî ya Arjantîn raya xwe da. Girseya li ber dibistanê bi dirûşma “Hêviya gel Kiliçdaroglû” berz kirin.    Kiliçdaroglû piştî raya xwe da li baxçeyê dibistanê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo em ji bin van zextan rizgar bibin, ji bo demokrasiyek rasteqîn were vî welatî ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan. Ev hilbijartin di bin şert û mercên zor de pêk tê. Lê ez bi bawerim wê gelê me bi aqlê selîm tevbigere. Ez hêvî darim wê ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî û azadiyê. Ez spasiya hemû welatiyên me ku deng dane û xwedî li dengên xwe derdikevin dikim. Hûn her hebin, mala we hemûyan ava.”