Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye 2023-05-28 12:49:34   ENQERE - Di daxuyaniya têkildarî meha 137’emîn a Komkujiya Roboskê hate kirin de wiha hate gotin: “Heta ku berpirsyarên Roboskê hesabê nedin nikarin behsa helalbûnê bikin.”   Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de di encama bombebarana balafirên dewleta tirk de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin. Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 137’an de ji ber hilbijartinan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di 11 salan de berpirsyar nehatin darizandin, edalet pêk nehat, darizandineke bi bandor nehate kirin. Dewlet gelê xwe qetil nake, êrişî gelê xwe nake û bi awayekî neheq nagire. Dema îro jî cara duyemîn dikevin pêvajoya hilbijartinê neheqî, bêhiqûqî, nebûna aştiyê û zextên dewletê didomin. Li herêmê bi dehan kesên ji sindoqan berpirsyar tên binçavkirin. Li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin, li 11 bajarên me mexdûrên erdhejê terkî nebûnê tên kirin. Berpirsyar dîsa dewlet û bêedaletî ye. Ev pergala ku ji şer, çek, rant û ji bo meşandina hikumeta xwe budçeyê vediqetîne, dema dor hate me tu car nebû dewleta civakî û winda ye.”   ‘DIVÊ BERPIRSYAR HESABÊ BIDIN’    Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê teqez hesabê komkujiyê bipirsin û wiha hate gotin: “Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye. Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê ewilî dê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye. Heta ku berpirsyarên Roboskê ku êşê fedî kir dewletê fedî nekir, hesabê nedin nikarin behsa helalbûnê û edaletê bikin. Me ji bîr nekir, ji bîr nakin û em ê nedin ji bîr kirin.”