Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe 2023-05-28 12:52:55 STENBOL - Tayyîp Erdogan li Uskudarê dengê xwe da û got ku dê dengdayîna îro pir zû biencam bibe.    Namzetê serokkomariyê Tayyîp Erdogan ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê tevî hevjîna xwe Emîne Erdogan li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudar a Stenbolê dengê xwe da. Piştî dengdayînê Erdogan daxuyaniyek da û got ku di tûra duyemîn de tenê du namzet hene lewma dê encamên hilbijartinê zû biencam bibin.