Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin 2023-05-28 12:58:09   AMED - Posterên namzetê serokkomariyê Tayyîp Erdogan ên li Amedê tevî qedexeyên hilbijartinê jî di roja hilbijartinê de li gelek deveran nehatin rakirin.    Duh saet 18.00’an de qedexeyên propagandayê yên ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kirin. Lê belê tevî qedexeyê jî posterên Tayyîp Erdogan ên li pêşiya Walîtiya Amedê ya li navçeya Bajarê Nû nehatin rakirin. Hat dîtin ku posterên Erdogan ên bi nivîsa “Ji bo sedsala Tirkiyeyê em bi hev re xwedî li aramiya xwe derkevin” li gelek deverên bajar nehatine rakirin.