Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê 2023-05-28 13:35:44   MÊRDÎN - Dayika Rahşan Demîrel a di Newroza sala 1992’yan de xwe şewitandibû, Emîne Demîrel piştî gotina Erdogan a “me pêvajoya çareseriyê xist sarincê” care ewil çû ser sindoqê û dengê xwe da.    Dayika Rahşan Demîrel ku di Newroza sala 1992’yan a Kadîfekale ya Îzmîrê de xwe şewitandibû, Emîne Demîrel piştî gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “me pêvajoya çareseriyê xist sarincê” cara ewil çû ser sindoqê û dengê xwe da. Demîrel ku weke berteka li dijî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê 8 salan neçû ser sindoqê, dengê xwe li Taxa Yenîşehîr a navçeya Artuklu ya Mêrdînê da.    Demîrel, diyar kir ku ji bo bidawîkirina zilma ji sala 2015’an de tê kirin çûye ser sindoqê û wiha got: “Ji bo ev zilm bi dawî dibe, ji bo têkoşîna azadiya gelê me û ji bo demokrasî were vî welatî, dengê me bi ser xêrê be. Bi hêvî û baweriya bidawîbûna vê zilmê ez çûm ser sindoqê.”