Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da 2023-06-02 14:21:19   ÎZMÎR - Komeleyên Dêrsimê yên Îzmîrê, bertek nîşanî êrişa li Gumuşhaneyê ji aliyê komeke nijadperest ve hate kirin dan.    Di 28’ê Gulanê de kesên ji Dêrsimê bi otobusê diçûn Dersimê ji aliyê komeke MHP’iyan ve di ketina Gumuşhaneyê de gef lê hatibû xwarin. Komeleyên Dêrsimê yên Îzmîrê, têkildarî vê bûyerê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê ya Menemenê Gamze Yenturk a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku piştî tûra duyemîn a serokkomariyê temam bû pîrozbahî veguherî “pîrozbahiyên nefretê”.    BANG LI HIKUMETÊ KIR   Yenturk, destnîşan kir ku koma nijadperest xwestiye ku wesayîtê bişewitîne û wiha got: “Pişt re polîs hatine cihê bûyerê lê nasnameya kesên ku rê birine tespît nekirine û tu kirarî ne sepandine. Piştî ku ji polîsan re hatiye gotin ku heta ewlehiya wan neyê kirin wesayît naçe û ji ber vê yekê polîsan demekê otobus şopandî ye. Rewşeke bi heman awayî li Trabzonê jî qewimî ye lê vê carê polîsan asteng kirine. Lê nasnameya êrişkaran tespît nekirine. Piştî hilbijartinê di rojên ewil de ev bûyer qewimîne, ev bûyer ji me re vedibêjin ku rojên pêş wê dê çi biqewimin. Em ewilî bang li dewlet û hikumetê dikin; civakê zêdetir berbirî nekin û nekin dijminê hev. Dest ji vî ziman û polîtîkayê berdin.”   Yentur, destnîşan kir ku wê parastina bi hev re jiyana gel û baweriyan bidomînin û wiha berdewam kir: “Di serî de Dêrsimî em bang li herkesên aligirên mafdariyê dikin ku refan zêde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Hêza me ji yekbûn û rêxistinkirina me tê.    ‘EM Ê LI REX HEV BIN’    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, anî ziman ku êriş ji ber zimanê desthilata AKP’ê yê berbirî û vederkirinê çêbûye û wiha got: “Me civakeke ku hemû civak bi hev re bijî armanc kir. Lê divê em vê bi hilbijartinan sînor nekin. Em careke din dibêjin ku em ê li cem hev bin.”   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî bal kişand ku divê pêşî li çekgirtina ferdî ya di dema hikumeta AKP’ê de zêde bûyî bê girtin.