Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da 2023-06-04 15:01:52   XARPÊT - Li navçeya Paloyê, beşeke kaneyeke medenê hilweşiya û karkerek jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Palo ya Xarpêtê, di kaneke medenê ya şîrketeke taybet de têqîn pêk hat. Di encama teqînê de beşeke medenê hilweşiyan û di karker di bin kavilan de man. Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê dest bi xebatên rizgarkirinê kirin. Di encama xebatan de cenazeyê karkerê bi navê Remzî Tahtaci ji bin kavilan hat derxistin.    Karkerê bi navê A.T. ku bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxanneya Zanîngeha Firatê hat kirin.    Her wiha bi angaşta ku îhmala wî di teqînê de heye karkerek hat binçavkirin.