Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin 2023-06-04 15:14:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, di nav 5 rojan de 167 êrîş li Herêma Kurdistanê pêk anî.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, di nav 5 rojan de Tirkiye 167 êrîş li Herêma Kurdistanê pêk aniye. Li gorî nûçeyê, Tirkiye 152 caran bi obus, tang û çekên giran, 13 caran bi balefiran û 2 caran jî bi teqemeniyan êrîş pêk anîne.