Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt 2023-06-04 15:47:26     ÊLIH - Di kongreya MEBYA-DER'a Êlihê de ji bo pêkanînên li dijî cenazeyan bertek hat nîşandan û ev peyam: "Gelê kurd ji ber van êrîşan di paş de gav neavêt û wê neavêje." hat dayîn.    Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî, Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Êlihê, duyemîn kongreya xwe ya asayî, li şaxa Sendîkaya Karkerên Lastîk, Kîmya û Petrolê (Petrol-İş) ya Êlihê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek kesên xizmê xwe winda kirine tev li kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankartên mîna "Di şexsên şehîdên meha gulanê de em hemû şehîdên têkoşîna xwe bi bîr tînin" û "Şehîd rûmeta me ne" hatin daleqandin.    Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi xwendina raporên malî û xebatan berdewam kir.    Di kongreyê de destpêkê Hevseroka MEBYA-DER'a Êlihe Horî Acar axivî û diyar kir ku wê ji nîqaşên hilbijartinê encameke erênî derbixin û peyamên bilindkirina têkoşînê da.    'MALLBAT LI BER XWE DIDIN'   Piştî Acar Hevseroka MEBYA-DER'a Amedê Yuksel Elmas jî axivî. Elmas, bi bîranîna şehîdên meha gulanê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir xwe li her qadê dide der. Zextên li ser malbatên girtiyan nîşandina tecrîdê ye. Li dijî zextan gelê me bi mîrateya berxwedanê li ber xwe dide. Li dijî konsepta şerê taybet malbat li ber xwe didin. Pêkanînên li dijî mirovahiyê em hemû dizandin. 3 kesan kirin gorekê, bi rêya qargoyê cenazeyan di qutiyan de ji me re şandin. Di şexsê Ekîn Wan de têkoşîna jinê hedef girtin. Li dijî van êrîşan gelê kurd sekneke birûmet di paş de gav neavêt û wê neavêje."   Du re ji bo diyarkirina reveberiya nû ya komeleyê dengdayîn pêk hat. Di encama dengdayînê de ji bo hevserokatiya MEBYA-DER'a Êlihê Zozan Adlig Acar û Zekî Alphan hatin hilbijartin.