Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya 2023-06-04 21:24:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyeke ragihand ku di encama lihevkirinê de hêzên Iraqê ji dora wargehê vekişiyane û xelkê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê aniye.   Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dida li derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûê xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 16 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê bi şev û roj di nava berxwedanê de ne.   Ji aliyê komîteya dîplomasî û Meclisa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk hatin. Di encama van hevdîtinan de lihevkirin çêbû û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û xelkê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn.   Têkildarî vê mijarê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel Yusif Kara ve hat dayîn.   ‘EV DORPÊÇ PARÇEYEK A KONSEPTA DEWLETA TIRK E’   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev 16 rojin gelê me li dijî dorpêça Iraqê li ber xwe didin. Ev hewildana dorpêçkirina wargehê ne niha ketiye rojeva me, ev du salin di rojeva me de ye. Ji ber ku di sala 2021’an de jî xwestin dora me têl bikin. Ev dorpêç bi zextên dewleta Tirk û hêzên herêmî wek Mala Barzan pêktên. Ev dorpêç parçeyek a konsepta dewleta Tirk e. Dewleta Tirk û PDK dixwazin wargeha Mexmûrê belavbikin. Ji ber wê jî zextek zêde li Iraqê dikin. Heta niha wek wargeh, me ti zagonên Iraqê binpênekirine. Iraq jî vê dizane. Me di hevdîtinên xwe de bi caran anî ziman ku bi xwestekên dewleta Tirk û PDK’ê tevnegerin û dora me dorpêç nekin.   ‘DI ENCAMA HEVDÎTINAN DE, EM BI RÊYA DYALOGAN LI HEV HATIN’   Me ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêkanîn û herî dawî hevdîtinek a me li Bexdayê çêbû. Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû. Iraqê hêzên xwe yên zêde ku hatibûn dora wargehê dorpêçbikin, di paş de birin û me jî dawî li çalakiyên xwe yên demokratîk wek çalakiya konvedanê anîn. Lê bila her kes bizane, kengî êrişek li ser wargehê çêbibe û bixwazin vîna gelê Mexmûrê desteser bikin, wê li hember xwe têkoşîn û berxwedana xelkê wargehê bibînin. Em dizanin ev dorpêçkirin xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê ne û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Ji roja destpêkê heta niha me xwest bi diyalog   ev mijar çareser bibe û wisa jî çêbû.   Em wek xelkê Mexmûrê spasiya tevahî sazî, partî û kesên ku ji bo me rabûn ser piyan dikin. Mexmûr mînaka berxwedanê ye û divê di her mijarê de Kurd yekitiya xwe çêbikin.”