Rejîma Îranê kolberek qetil kir 2023-06-05 16:43:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama gulebarana leşkerên rejîma Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.    Leşkerên rejîma Îranê li ser sînorê Bane yê rojhilatê Kurdistanê kolberekî 20 salî qetil kir. Li gorî nûçeya Kolbernewsê; hêzên rejîma Îranê li gundê Zîle yê li ser sînorê bajarê Baneyê gule li kolberan reşandin. Di encama gulebaranê de kolberek birîndar bû û rakirin nexweşxneyê. Lê tevî hemû hewldanan jî kolberî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku kolberê hatiye qetilkirin Hoşyar Hasan Zade (20) ye.    Li gorî daneyên Kolbernewsê; di nava 10 salan de 795 kolber ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.