Li Tûzlayê cînayeta kar 2023-06-05 17:52:12   STENBOL - Îbrahîm Dam ê 18 salî li tersaneya Tûzlayê jiyana xwe ji dest da. Li Tûzlaya Stenbolê Îbrahîm Dam ê 18 salî ku dema li tersaneyê dixebitî kete behrê, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dam ê dema dixebitî ket behrê, li ser îxbarê tîmên ewlehiya peravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dam ê ji aliyê noqavan ve ji behrê hate derxistin, bi ambûlansên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Tûzlayê. Dam tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest da.