Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2023-06-05 18:37:08   AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, di birînanîna welatiyên ku di mitînga HDP’ê de hatine qetilkirin axivî û wiha got: “Berdela wê mirin be jî em paşve gav naavêjin û hûn çi bikin jî ev gel vîna xwe nade destê we.”    Însiyatîfa Malbatên 5’ê Hezîranê, welatiyên ku di êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya li dijî mitînga HDP’ê ya 5’ê hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest dan, li Qada Îstasyonê bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta “hûn nayên ji bîr kirin, di tekoşîna me de dijîn” hate vekirin. Malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya û Newroz Uysal, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, sazî û dezgehên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.     Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku hinekan xwest ji bo li vî welatî bibin desthilat tarîtiya xwe xistin dewreyê. Atasoyê diyar kir ku xerabiya birêxistinkirî di 5’ê hezîranê de 5 welatiyên me kuştin û bi dehan welatî jî birîndar kir. Atasoyê da zanîn ku piştî vê yekê jî gelek qetlîam pêk anîn û wiha got: “Sîlsîleya qetlîaman ku di 5’ê hezîranê de destpêkirî, li Pirsûsê 33 ciwanên me ku qasidên aştiyê bûn û li Enqere jî 104 welatiyên me ji me stand. Daraza ku li Pirsûs û Enqere nehatiye pêk anîn li Amedê jî nehat pêkanîn. Hûn çi bikin jî ev gel vîna xwe nade destê we. Berdela wê mirin be jî em paşve gav naavêjin. Di şexsên şehîdên 5’ê hezîranê de hemû hevalên me yên ku me winda kirî bi bîr tînim.”    Pişt re birayê Necatî Kûrûl ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da Hayatî Kurûl û parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya axivîn û kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.    Daxuyanî bi dirûşmeya “şehîd namirin” bi dawî bû.