Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan 2023-06-05 21:39:23   EDENE - 4 kesên di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê girtî dihatin darizandin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, ya bi îdiya "endamtiya rêxistinê" û "xebatên li ser navê rêxistinê" ya der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, di 27'ê Hezîranê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê polîsan avêtibû ser malan. Di avêtina ser malan de Cîgira Şaredariya Seyhanê Parêzer Fûnda Bûyrûk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Yildiz jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî di 7'ê Tîrmehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Ayşe Irmak, Mehmet Sarûhan û Mûrat Gurbuz bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibûn girtin û 33 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Danişîna duyemîn a doza derbarê 4 kesên girtî de hatibû vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hate dîtin.    Ayşe Irmak û parêzerên wê di danişînê de amade bûn, Mehmet Sarûhan, Îlyas Arzû û Mûrat Gurbuz bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de her çar girtiyan parastin kir. Her çar kesên parastin kirin sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û daxwaza berdana xwe kirin.    Dadgehê biryar da ku her 4 kes bi şertê kontrola edlî bên berdan.