Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê 2023-06-05 21:48:55   WAN - Hate hînbûn ku endama YJA-STAR’ê Gulistan Remziye Gulmez ku di operasyona li Başûr de bi giranî birîndar bûbû, piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê.    Bi hevkariya arteşa tirk û PDK’ê di Nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê operasyonek hate destpêkirin. Endama YJA-STAR’ê Gulistan Remziye Gulmez a beriya nêzî 40 rojan di operasyona hatiye destpêkirin de bi awayekî birîndar dîl hate girtin, anîn nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku Gulmez a 40 rojan bi awayekî birîndar di destê leşkeran de dihate ragirtin du bi şev anîne Nexweşxaneya Navenda Tip a Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.