Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye 2023-06-07 09:03:28 ENQERE - Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku di bingeha krîzên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.”    Hikûmeta AKP’ê di sala 2015’an de dîsa li polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd vegeriya û konsepta şer xist meriyetê. Di hilbijartinên serokkomarî û giştî yên îsal de jî bi tifaqa avakirî re peyama domandina şerê li dijî kurdan da. Ji ber van polîtîkayan, di nava 21 salên îktîdara xwe de cara ewile ku li Kurdistanê ewqas kêm deng girt.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku Tifaqa Cumhur têkela feraseta Îttîhat Terakî ye û destnîşan kir ku di bingeha krîzên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.  Koç, da zanîn ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.    ‘ÇARESERÎ BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DIBE’   Koç, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu kes nikare siyaseta demokratîk bike û wiha domand: “Feraseta ku hewl dide civakê li ser bingeha dijminatiya li kurdan dîzayn bike, dibe sedema mezinbûna pirsgirêk û krîzan. Hikûmeta AKP-MHP’ê û Serokkomar Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Kampanyaya xwe li ser bingeha siyaseta dij kurd meşandin. Lê di bingeha ewqas pirsgirêkên gundiyan, kedkaran, xizanan, xwendekaran û teqawidan de lêçûnên ji bo şerê li dijî kurdan in. Civakê li ser vê bingehê li dijî hev sor dikin, têkiliyên navneteweyî li ser vê bingehê dîzayn dikin. Lewma jî nifteya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkane. Di van hilbijartinan de ev rastî careke din derket holê.”    TÊKELA ZÎHNIYETA ÎTTÎHAT TERAKIYÊ   Bi domdarî Koç anî ziman ku îktîdar li ser dabeşkirina civakê hesabên demkî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê re civakê ber bi aloziyeke mezin ve dibe. Avadaniyeke ku veguheriye dewleta mafyayê nikare çareseriyê biafirîne. Her tim xwe dubare dike. Pirsgirêkan mezintir dike û dibe sedema krîzên din. Niha jî zîhniyeta Îttîhat Terakî ya yekperest û zîhniyeta bingeha xwe ji çanda bîatê digire, ya ku ji bilî xwe her kesî qetil dike, hewl dide her kesî bîne ser xeta xwe, zîhniyeta DAIŞ’ê bûye têkel û tifaqek ava kiriye. Ev tifaq bûye sedema mezinbûna krîzan û nakokiyan.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’   Di berdewamê de Koç anî ziman ku aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê ye û wiha pê de çû: “Di dema pêvajoya çareseriyê de bi Serok Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin û êdî derket holê ku çareserî bi guftûgoyê dikare were çareserkirin. Aktorê sereke Serok Abdullah Ocalan ji sala 93’yan heta niha ji bo çareseriya demokratîk û rêyên guftûgoyê gav avêtin, agirbest ragihand û ji bo welatên din bang kir. Her wiha ji bo ku gelê kurd bi nasnameya xwe bikare di nava sînorên Tirkiyeyê de bijî, pêşniyara projeya Komara Demokratîk kir. Projeya neteweya demokratîk a li dijî netewe dewletên serdest hatiye pêxistin, modêla jiyana azad pêşniyar kir. Di serî de gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, hemû gelên cîhanê qebûl kirin ku tekane modêla çareseriyê ev e. Di halê hazir de îro li Rojava ev modêl di meriyetê de ye. Hemû gel û bawerî bi hev re jiyaneke azad ava dikin. Li Tirkiyeyê gelek nasname û bawerî hene. Lewma hûn nikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê bi feraseteke yekperest çareser bikin. Lewma jî navnîşana çareseriyê Îmrali ye. Nêzikatiya li dijî kurdan, nêzikatiya li dijî Îmraliyê ye. Ji ber ku Serok Apo girtiyekî jirêzê nîne. Nûnerê îradeya bi milyonan kurda ye û rêberê gelê kurd e.”    ‘TÊKOŞÎNA ESASÎ DEST PÊ DIKE’   Koç, got ku îktîdar di hilbijartinan de serkeftî nebû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ewqas manîpulasyon, hîle û rêbazên zextê jî gelê kurd di ezmûna demokrasiyê de pêşengtî kir. Ji şer, komkujî, înkar û faşîzmê re got ‘na.’ Helwesta xwe ji bo demokrasî û pêkvejiyanê nîşan da. Di serî de gelê kurd, ji sedî 50’ê gelên Tirkiyeyê nîşan dan ku li gel guherînê ne û vê hikûmetê naxwazin. Erdogan ku weke serokkomar hate hilbijartin, hêj niha ve bû mijara nîqaşan. Ji ber ku hilbijartineke demokratîk çênebû û di şertên pir bêedalet de hate kirin. Lewma divê helwesta kurdan were silavkirin. Tifaqa şer nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Lewma dê temenê wan jî gelek dirêj nebe. Dê kesên demokrasî û wekheviyê dixwazin bi ser kevin. Eniya nîjadperest û yekperest di vê hilbijartinê de têk çû. Têkoşîna esasî ji vir û şûnde dest pê dike.”    MA / Yusra Batihan