Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin 2023-06-08 08:52:55 SÊRT - Li çoltera gundê Osiyan ê bi ser navçeya Berwarî ve şer derket û leşkerek hat kuştin.  Li devera gundê Osiyan yê bi ser navçeya Berweriya Sêrtê ve duh dema wesayîta leşkerî bi rê ve diçû, teqîn pêk hat. Piştî teqînê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di navbera leşkerên tirk û gerîlayên HPG’ê de şer qewimî. Hat zanîn ku di şer de herî kêm leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.    Leşkerê kuştî û leşkerî birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê.    Hat ragihandin ku operasyon li herêmê berdewam dike.