Ayhan û Gokalp hatin definkirin 2023-06-08 08:53:22   AMED - Endamên HPG/YJA Starê Vedat Ayhan û Dîlan Gokalp ku di pevçûna Liceyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarên xwe hatin definkirin.    Artêşa tirk di 3’yê hezîranê de li dijî gundê Hemza û mezraya Antîxan ên navçeya Lice ya Amedê operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonê de di navbera endamên HPG û YJA/Starê û artêşa tirk de pevçûn derket. Di pevçûnê de endamê HPG’ê Vedat Ayhan (Mahsun Hêşetî) û Dîlan Gokalp (Zîn Amed) jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyên wan hatin teşhîskirin, malbatan cenaze ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê wergirtin û birin bajarên wan.    Cenazeyê Ayhan birin goristana gundê Hêşetê yê Xisxêr a Sertê. Cenaze ji hêla gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.  Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Ayhan hate definkirin. Malbata Gokalp jî cenazeyê keça xwe bir Goristana TOKÎ’yê ya li Taxa Şentepe ya navenda Bismilê. Hat zanîn ku cenaze di bin dorpêça polîsan de hatiye definkirin.    Hat zanîn ku cenazeyê endamekê HPG’ê ku navê wî nehat zanîn, li ATK’ê ye.