ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-08 09:00:27   * Mamosteyê MED-DER’ê Hacî Ozkal, bi zaravayê kirmanckî 2 ferheng û 3 pirtûkên li ser rêziman,biwêj û pêşgotinan û romanek weşand. Xebat û berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. Ozkal got ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî.   * Şanoger Erdal Kaya bi stand-upê niha temaşevanan dikenîne û kêfxweş dike. Kaya yê ku di gelek lîstik û fîlman de bi rola xwe radibe diyar kir ku di stand-upa kurdî de valahiyek hebû û xwestiye vê valahiyê dagire û dibêje eleqeya temaşevanan ji bo stand-upa kurdî zêde ye.     * Rojnamevan Selman Gozelyuz ku ji girtîgehê derket, bilêv kir ku êrişên li dijî rojnamevanên didin dû rastiyê didomin û got: "Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e."    * Amediyan ji bo çareserkirina krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe şîret li desthilatê kirin, gotin ku divê polîtîkayên şer bi dawî bibin.   * Hat diyarkirin ku bijîşkê Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê, ji bo girtiyê nexweş Serhat Karsû re ku du sal in nayê dermankirin, gotiye, "Ez te naşînim cihekî jî. Ger tu bisekitî, li vir bisekite."    * Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe mimkin nîne ku Tirkiyeyeke nû were avakirin. Têkildarî encamên hilbijartinê jî Aykol wiha got: “Sedema dengwindakirina Partiya Çepên Kesk, nebaş nîqaşkirina pirsgirêka kurd e.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 808'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Endama MYK'a HDP'ê Îdîl Ûgûrlû û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî di nav de 6 kesan de hatiye vekirin dê li 20'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşar bi hinceta "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye dê li Dadgeha Rihayê bê lidarxistin. (10.00)   * Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8'ê hezîrana 1992'yan de li Sûra Amedê hat qetilkirin dê li cihê lê hatiye qetilkirin bê bibîranîn. (13.00)