Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e 2023-06-08 09:03:08 AMED - Rojnamevan Selman Gozelyuz ku ji girtîgehê derket, bilêv kir ku êrişên li hember rojnamevanên li pey heqîqetê didomin û wiha got: "Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e."    Li Tirkiyeyê ku di lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) de di nava 180 welatan de di rêza 165'an de ye, zextên li hemberî rojnamevanan didomin. Li gorî rapora dawî ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), 77 rojnamevan ji ber rojnamevaniya xwe girtî ne. Ên herî zêde bandorê ji polîtîkayên sansûr û çewisandinê yên desthilata AKP'ê digirin jî rojnamevanên Çapemeniya Azad in. Di meha dawî de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, ji Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok, Sedat Yilmaz û Mehmet Şah Orûç û ji JINNEWS'ê Berîtan Canozer û rojnamevan Mîkaîl Barût û Remzî Kaya hatin girtin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Selman Gozelyuz, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 29'ê cotmeha 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, di 16'ê gulanê de di danişîna ewil de hatibûn berdan.    Rojnamevan Selman Gozelyuz ku hat berdan, destnîşan kir ku tevî hemû zext û çewisandinan jî ew ê bidin dû rastiyê.    ‘EM ROJNAMEVANIYA GEL DIKIN'   Gozelyuz anî ziman ku zextên li hemberî Çapemeniya Azad perçeyeke êrişên li hemberî gelê kurd in û got ku îdiayên di îdianameyê de pûç in. Gozelyuz bilêv kir ku ew wekî Çapemeniya Azad rojnamevaniya gel dikin û got ku ew ê ji ber zextan paş de gav neavêjin û wiha pê de çû: "Li ku nûçeyeke rast hebe, li ku bûyerek ku raya giştî eleqedar dike hebe, em ê wê ragihînin. Em ne ew rojnamevanin ku berbayî sînorên hin kesan ên li ber rojnamevaniyê bikevin. Dê bi zext û astengiyan bi ser nekevin."    Golzelyuz destnîşan kir ku çi dibe bila bibe di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e û wiha domand: "Xebat didomin. Dibe ku bi awayekî fîzîkî xebatkarên Çapemeniya Azad bigirin, lê wê bi awayekî hişî nikaribin me bigirin."    Golzeyuz di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku êrişên li hemberî kurdan bandorê li tevahiya civakê dikin û got ku kesên heya niha li ber êrişên li hemberî kurdan û rojnamevanan xwe li bêdengiyê danîn ew jî rstî heman êrişan tên. Gozelyuz anî ziman ku êrişên li ser Çapemeniya Azad çi dibin bila bibin, Çapemeniya Azad xwe dispêre kevneşopiyeke berxwedanê û bi van gotinan axaftina xwe qedand: "Li ber van êrişan paş de gav neavêt û her çû mezin bû."    MA / Mehmet Guleş