Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin 2023-06-08 09:45:13 ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe mimkin nîne ku Tirkiyeyeke nû were avakirin. Têkildarî encamên hilbijartinê jî Aykol wiha got: “Sedema dengwindakirina Partiya Çepên Kesk, nebaş nîqaşkirina pirsgirêka kurd e.”    Partiyên siyasî yên encamên hilbijartinan nirxandin, ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk a rojên pêş nîqaşên xwe didomînin. Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku hilbijartin ji nêz ve dişopand, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    Aykol, bal kişand ser pêvajoya Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Milet piştî encamên hilbijartinê daye destpêkirin û wiha got: “Tifaq, di hilbijartinan de têk çûn. Di vê mijarê de xwe rexne dikin. Pêvajoya kongreyan dan destpêkirin. Lê gotina dawî ez di serî de bikim; divê em nêzikatiya ‘gelo me tu sûcê diz tune ye’ her tim di hişê xwe de bihêlin.”    ‘HILBIJARTINA LI DIJÎ HEMÛ HÊZÊN DEWLETÊ’   Bi domdarî Aykol, anî ziman ku ne li dijî Tifaqa Cumhur lê li dijî hemû hêzên dewletê hilbijartin hatiye kirin û wiha domand: “Encama amadekariyên pênc salan e. Anketan digot ku Kiliçdaroglû dê bi ser keve. Bêguman bi saya piştgiriya Partiya Çepên Kesk. Lê di nava wan pênc salan de doza girtinê li HDP’ê vekirin, Doza Kobanê hate desptêkirin, li dijî cenazeyên PKK’iyan êriş hatin kirin û xwe gihandin encamekî wiha. HDP’ê weke dijmin nîşan didin, krîmînalîze dikin. Lewma di hedefa îktîdarê de ye. Dixwazin rola HDP’ê qels bikin. Ev ne tenê ji hêla CHP’ê ve lê ji hêla TÎP’a ji xwe re dibêje sosyalîst jî hate kirin.”    ‘ERDOGAN NEKARÎ VÎZEYÊ JI KURDAN BIGIRE’   Di berdewamê de Aykol anî ziman ku HDP bi navê Partiya Çepên Kesk kete hilbijartinê û bi vê yekê re êrişa li dijî xwe vala derxistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hêza me ya medyayê jî me nekarî Partiya Çepên Kesk baş bi gel bidin fêmkirin. Heta li hinek bajarên Kurdistanê bi sedan kesan li şûna Partiya Çepên Kesk, dengê xwe dan Partiya Çep. Di dawiya dawî de tifaqa AKP-MHP’ê berhema xebatên xwe yên pênc salan wergirt. Lê tevî van jî Erdogan nekarî li bajarên kurdan deng bigire. CHP û şirîkên wê jî li bajarên mezin nekarîn serkeftinekê bi dest bixin.”    'LI TIRKIYEYÊ NIHA SÊ WÊNE HENE’   Rojnameger Aykol, bi lêv kir ku piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê sê wêne derketine holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn; bajarên kurdan bi temamî ji Erdogan re gotin ‘na.’ Ya duyemîn; bajarên rojava yan jî li bajarên mezin girseyeke laîk a ku CHP û şirîkên wê bandor lê kiriye hene.  Ya sêyemîn; îktîdara heyî bi qasî nehatiye dîtin kete ser xeta rastgir a MHP’ê û xeta ku hema hema em dikarin jê re bibêjin xeta DAIŞ’ê. Sê avadaniyên wiha hene. Nîviya vê avadaniyê îktîdar û nîviya din jî dijberên wê ne ku dikarin înîsiyatîfên sivîl pêş bixin û zorê bidin îktîdarê. Heke rewşeke zêde cuda çênebe dê ev muxalefet di hilbijartinên herêmî de jî bajarên mezin nede îktîdarê. Belkî jî vê hejmarê zêde bike. Ji ber ku îktîdarê xirbeya aboriya hilweşandî dewr girt. Lewma hewl dide bi kabîneya nû xwe ji vê rewşê rizgar bike.”    ‘EM BI ÎKTÎDAREKE SIVÎL A FAŞÎST RE RÛ BI RÛ NE’   Aykol, polîtîkayên îktîdarê û yên serdema 12’ê Îlonê da ber hev û ev nirxandin kir: “12’ê Îlon, dîktatoriyeke faşîst a leşkerî ye. Generalan dest danîn ser rêveberiyê, partî girtin, mirov bi darve kirin û 550 hezar kes xistin zindanan. Weke dîktatoriyeke herî faşîst a cîhanê di dîrokê de cih girt. Min ew sal jiyan. Hatim îşkencekirin û di girtîgehê de mam. Li girtîgehên herî xerab ên Tirkiye û cîhanê mam. Em dikarin bibêjin ku îro em bi îktîdareke sivîl a faşîst re rû bi rû ne. Wan rojan em qet bêhêvî nebûn. Lewma divê em îro jî xwe bêhêvî nekin. Hinek dibêjin; ‘hatin, bi cih bûn, zehmete ku em cihê wan biguherînin, tenê em ê dua bikin ku Erdogan bimre û dê xwe li benda wê bigirin.’ Na, wisa nîne. Tirkiye herî kêm dabeşî 3 parçeyan bûye. Lewma divê em xwe bêhêvî nekin. Aborî xerabe, NATO jê hez nake, ji cîhanê hatine îzolekirin û karê wan gelek xerab e. Têkoşîna li dijî vê îktîdarê rewa ye. Lewma divê mirov bêhêvî nebe.”   PIRSGIRÊKA KURD   Aykol, ji bo polîtîkayên ku divê muxalefet bişopîne jî ev tişt anî ziman: “Partiya Çepên Kesk û CHP dibêjin; gelo Tirkiye dikare çawa were afirandin? Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu şensên Tirkiyeyê nînin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî neyê vî welatî û aborî pêş nekeve. Pêvajoya çareseriyê hate bidawîkirin, îktîdar li polîtîkaya şer vegeriya. Lewma me nekarî di vê hilbijartinê de li ser çareseriya pirsgirêka kurd biaxivin. Her wiha CHP’ê gotibû; ‘ez ê vê pirsgirêkê li meclisê çareser bikim, muxatabê min jî HDP’a li Meclisê ye.’ Lê me nekarî li ser vê helwestê biaxivin. Dev ji axaftinên li ser vê mijarê berdin, her du alî gihiştin astekî wiha ya kambax; ‘ez dikarim ji te baştir kurdan bikujim.’ Me nekarî pirsgirêka kurd bikin rojev û li ser nîqaşan bikin. Windahiya me ya di hilbijartinê de, encama wê ye ku me nekarî pirsgirêka kurd bidin nîqaşkirin, me xerab nîqaş kir.”    ‘ÇEPÊN KESK PARTIYA GEL E’   Herî dawî jî Aykol ev tişt anî ziman: “Li gorî min divê Partiya Çepên Kesk mijara rexnekirin-xwerexnekirinê li ser medyaya civakî nemeşîne. Ji ber ku medyaya civakî mîna çiravê ye. Gelek hesabên sexte hene ku xwe weke endamên partiyê nîşan didin. Partiya Çepên Kesk, HDP û partiyên beriya wan partiyên gel û kolanan in. Divê ev nîqaş li rêxistinên bajaran bên kirin û li wir bên desptêkirin. Hevserokên giştî gotin ku dê îstîfa bikin. Lê pirsgirêk ev tenê nîne. Pirsgirêk ew e ku çareserkirina pirsgirêka kurd nekir mijara sereke ya hilbijartinan. Di vê mijarê de kêmaniyên heyî divê bên vegotin. Her wiha xelk dixwaze namzetên wan ji herêmên wan bin. Dixwaze rêveberê bajar û navçeyê yê her roj bi hev re li kolanê bi hev re lêdanê dixwe weke parlamenter bibîne. Bi qasî ji dest hatî hewl dan pêşniyarên herêman bigirin û lîsteyan wisa amade bikin. Lê wisa xuya dike ku lîsteyên vê carê hinek kêm û xelet hatina amadekirin. Weke mînak, li Enqereyê ev yek çêbû. Ya din jî gel dixwaze wan rû bi rû bibîne. Tevî hemû êrişan jî HDP di bin navê Partiya Çepên Kesk de kete Meclisê, bû sêyemîn mezintirîn partî. Ev, serkeftineke mezin e. Lê dikariya baştir bûya. Divê nêzikatiya esasî, têkoşîna hevpar a gelê kurd be û nîqaş li ser vê bên kirin.”    MA / Firat Can Aslan