Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye 2023-06-08 09:58:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Sewz Milko Bazyanî: “Dengdana ji bo Erdogan, tê wateya dengdana ji bo şewitandin, bombebarana xwezaya Kurdistan ya li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê. Di salên borî de dewleta Tirk li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye.”   Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, di nava 10 salên borî de ji ber êriş, bombebaran û sedemên navxweyî, zêdetirî milyonek û 300 hezar donûm daristan, puş şewitiye. Sedema sereke ya vê talanê jî êriş û bombebaranên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê ne.    Serokê Partiya Sewz ya Herêma Kurdistanê Milko Bazyanî ji Rojnewsê re axivî û derbarê mijarê de got: "Deng dayîna Erdogan, tê wateya carek din dengdana şewitandin û bombebaran kirina xwezaya Kurdistan, ya li Rojava, Bakur û Başûr e. Di salên borî de dewleta Tirk bi rêya kompanyayekê, li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar birî. Hinek herêmên li Behdînanê bûne çol. Me li Neteweyên Yekbûyî dijî birîna daristanên Kurdistanê giliyê Tirkiyeyê kir. Mixabin bersiva me nedane.”