Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar 2023-06-08 13:43:59   RIHA - Bi îdiaya “heqaret” li Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, 9 hezar TL cezayê pereyan dan dayika Emîne Şenyaşar.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 808’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, Nobeta Edaletê li Pirsûsê li mala xwe domand.   Ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 518’emîn a çalakiyê de (9’ê tebaxa 2022’yan), bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê” kiriye doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin. Parêzerên Şenyaşar Meral Halat, Ayşe Şehrîban Demîrel, Muslum Saraçoglû tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzeran, pêvajoya Nobeta Edaletê ku piştî komkujiyê hatibû destpêkirin bi bîr xistin û diyar kirin ku di vê pêvajoyê de malbat rastî gelek astengkirin û lêpirsînan hatiye. Parêzeran, destnîşan kirin ku rewşa delîlan a lêpirsînê bi têr nake ku ceza were dayîn û bal kişandin ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî azadiya fikr, raman û xweîfadekirinê.    DADGEHÊ CEZAYÊ PEREYAN DA    Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” 8 hezar TL cezayê pereyan da Şenyaşar û biryara taloqkirina biryarê da.    ÇI BÛBÛ?   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar dema di sala 2022’yan de ji bo hevdîtina bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re diçûn edliyeyê, hinek gotinên Emîne Şenyaşar ji hêla nivîsgehê taybet ê dozger re li kaxizê hatin nivîsandin û radestî polîsan hate kirin. Polîs jî li parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz geriyan û jê pirsîn bê ka “gilîdar e” yan na. Li ser vê yekê Yildiz got; “Ez ê beyanekî nedim.” Li ser vê yekê jî dozgeriyê bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye”, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îdianame hate amadekirin û ev îdianame di 3’yê cotmeha 2022’yan de ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin.    Derheqê dayika Emîne Şenyaşar de heta niha 31 lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi hinceta gotinên wê yên derheqê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î, bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” û “heqaretê” lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 31 lêpirsînan 10 jê veguherîn dozan.