Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin 2023-06-08 13:58:20 COLEMÊRG - Li Deriyê Gumrukê yê li Bajêrgeya Geverê ya li ser sînorê Îranê kotaya hemû hilberîn qaçax hat kêmkirin. Welatiyên debara xwe bi anîna tiştan dikin, ji vê yekê nerazî ne.    Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrge ya li navçeya Gevera Colemêrgê ku li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê ye, dem bi deman dibe cihê rageşiya welatiyan û wezîfedarên derî. Di 1’ê hezîranê de bi hinceta ku welatiyan “eşya zêde anîne” di navbera wezîfedaran û welatiyan de rageşî derketibû. Wezîfedaran eşyayên welatiyan desteser kiribûn.    KOTA HAT KÊMKIRIN    Hê jî rageşiya li Deriyê Gumrukê dem bi deman didome. Berê kesek dikaribû ji rojhilatê Kurdistanê ango Îranê 2 kîlo û nîv çay, 10 kîlo şekir, 10 kîlo birinc û 4 karton cixare bianiya. Lê belê bi sepana dawî re ku anîn; kotaya çayê daxistin kîloyekî, şekir daxistin 5 kîloyan, Anîna cixareyan bi temamî ya tê astengkirin an jî destûr kartokenek an du kartonan cixare didin. Her wiha hat zanîn ku kota anîne ser çûnehatina wesayîtan jî. Berê rojane 100 wesayît derbas diçûn aliyên din, niha kota wesayîtan daxistine 30 wesîyatan.    WELATÎ NERAZÎ NE   Welatiyên diçin û tên nerazîbûn nîşanî sepana ku anîne ser wan didin. Ji şofêran Ersîn Ulker nerazîbûn nîşanî sepana ku danîne pêşiya wan da û got li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê bêdedaletî heye û ji bo xelk birçî bimîne zilm tê kirin.