Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe 2023-12-31 15:17:27   AMED - Bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş îro wefat kir. Hat zanîn ku Demîrtaş dê tev li merasîma cenazeyê bavê xwe nebe.    Bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş îro di saetên serê sibehê de wefat kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Selahattîn Demîrtaş ji parêzerên xwe re ragihand ku dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe.    DÊ CENAZE ÎRO BÊ DEFINKIRIN    Cenazeyê Tahir Demîrtaş ji bo wecîbeyên olî birin Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Sevîlay Çelenk û Serhat Eren û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev li merasîmê bûn. Cenazeyê Demîrtaş, piştî wecîbeyên olî dê saet di 16.00’an de bibin Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê û li wir bê definkirin.    Hat zanîn ku şîna Tahir Demîrtaş dê li Mala Şînê ya Lîceyiyan bê danîn.    DEM PARTIYÊ DAXUYANÎ DA    Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî têkildarî wefata Tahir Demîrtaş daxuyanî da û da zanîn ku dê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nekare tev li merasîma definkirinê bibe û wiha got: “Demîrtaş, da zanîn ku dixwaze şîna xwe li hucreya xwe ya li girtîgehê bigire û di vê mijarê de dê tu daxwazên wî çênebin.”