Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir 2024-03-17 12:14:32   WAN - Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahî li quntarê Keleha Wanê tê lidarxistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide.    Keleha Wanê şahidiya Newrozeke dîrokî dike. Bi sed hezaran kes herikîn qada Newrozê û pîrozbahî dest pê kir. Welatiyên ku ji gelek noqteyên bajar hêj ji saetên serê sibehê ve ber bi qada Newrozê ve herikîn, qad heta devî tije kiriye. Jin bi kiras û fîstanan, zilam jî bi şel û şepikan tev li bûn. Li qada Newrozê dîmenên rengîn derdikevin holê.    Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” olan dide. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.   BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Li ser navê Komîteya Amadekar Ebrû Demîrtepe axivî û wiha got: “Em tecrîdê qebûl nakin. Tu aliyekî exlaqî û însanî yê tecrîdê nîne. Dê gelê me tecrîdê bişikîne.”    Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî di axaftina xwe de wiha got: “Silav ji gelê kurd re ku li dijî zaliman têdikoşe. Silav ji kesên li dijî polîtîkayên tunehesibandinê têdikoşin. Li ser vê xakê gelek êş hatin kişandin û gelê me gelek zilm dît. Lê tevî vê yekê jî em li qadan têdikoşin.”    Bernameya Newrozê bi axaftinên beşdarê din didome.