Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye 2024-03-17 12:52:31   TEKÎRDAG - Welatiyên Qada Ergene ya Newrozê ya li Tekîrdagê tije kirin dest bi gerandina govenda Newrozê kirin.    Yek ji navendên Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê yê” ya bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşwazî dike û tê pîrozkirin jî Tekîrdag e.    Welatiyên ji cihên cuda ber bi qada Newrozê ya Ergeneyê ve herikîn, ji cihên kontrolê derbas bûn û qad tije kirin. Qada Newrozê bi ala û flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Di qadê de pankartên “Niha dema azadiyê ye”, “Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” û “Bi ciwantiya rêxistinkirî ber bi paşerojên azad ve” hatin daliqandin.    Ji 7 salî heya 70 salî welatî bi cil û bergên neteweyî qad tije kirin û dîmenên rengîn derxistin holê. Ciwan û zarok tîkalên kesk, sor û zer bi serê xwe ve girê dan û flamayên Newrozê li ba kirin.    GOVENDA BICOŞ   Welatî tevî stranan govenda Newrozê gerandin û gelak caran dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” berz kirin.    BERNAME   Di pîrozbahiyê de dê Berdevkê Komîteya Amadekar ê Newrozê Siddik Şahîn, Hevserokên DEM Partiyê yên Tekîrdagê Songul Demîr û Sûat Sari, namzetên hêvşaredariyê yên Tekîrdagê, endama MYK’a DEM Partiyê Îlknur Bîrol û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan biaxivin.    Di bernameyê de piştî axaftinan dê Grup Îsyan Ateşî û Mihemedê Serhedê derbikevin ser dikê.