Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide 2024-03-17 12:58:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li navçeyên Agirî û Rihayê herikîn qada Newrozê. Li qadên Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo" olan dide.      Li gelek cihan pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Li gel navendên bajaran, îro li gelek navçeyan jî pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Yek ji van navçeyan jî Pirsûsa Rihayê ku li ser sînorê bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kobanê ye. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê ya li Parka Barişê. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi flamayên kesk, sor û zer û alayên DEM Partiyê hate xemilandin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê didome. Herikîna ber bi qadê ve didome.    XELFETÎ     Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî li Parka 4 Nîsanê tê lidarxistin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê û flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û welatiyên herikîne qadê govendê digerînin. Parlamenter û namzetên hevşaredariyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Tevlibûneke xurt a ciwan û jinan heye. Di pîrozbahiyê de dovîzên “Em ji bo Newrozê bi agirê serhildana ciwanan vêxin hatin” û “Dibêjî qey hêviya azadiyê ya gelekî ye” hatin hilgirtin. Coşa Newrozê bi gerandina govendê didome.    SÊWEREG     Yek ji navendên din ên pîrozbahiyên Newrozê ya li Rihayê jî navçeya Sêweregê ye. Pîrozbahî, bi tevlibûna sedan kesan dest pê kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiya li Perşembe Pazariyê bûn, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.   BI HEZARAN KES HERIKÎN NEWROZA GIYADÎNÊ     Pîrozbahiya Newroza navçeya Giyadîn a Agiriyê jî li qada otogara navçeyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin û welatiyên ku berê xwe didin qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz dikin. Parlamenterên DEM Partiyê Necla Demîr û Heval Bozdag tev li pîrozbahiyê bûn.    Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr axivî. Demîr, got ku meha adarê ji bo gelê kurd girîng e û wiha domand: “Di demeke ku em hêj êşa Komkujiya Helebçeyê dijîn de, li hêla din em Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Newroz tê wateya destpêkeke nû. Bi hezaran sala ye di çanda kurdan de tê jiyîn. Gelê kurd tu caran li hemberî Dehaqan serî netewand. Bi pêşengiya Kawayên me ev têkoşîn hate mezinkirin. Em silavên xwe ji kesên îro têkoşîna Kawayan mezin dikin re dişînin. Hemû kes baş dizane ku ev gel gelekî welatparêz e û ji bo azadiya xwe têdikoşe. Em ê di 31’ê Adarê de vê yekê baş nîşan bidin. Ev xak xaka me ye û em bi xwe dê birêve bibin.”    Parlamenter Heval Bozdag jî got; “Newroz navê têkoşîna kurdan e” û ev tişt anî ziman: “Newroz mînaka zindî ya herî şênber a dîroka têkoşînê ye. Li welêt zîhniyetek heye ku hewl dide rê li ber têkoşîna gelê kurd bigire. Em ê têbikoşin û teqez azad bibin.” Bi domdarî Bozdag bal kişand ser hilbijartinê û wiha pê de çû: “Giyadîn xaka gelê kurd e û em ê bi ser kevin. Ne tenê li Giyadînê, me li her derê xebatên hilbijartinê meşandin. Em ê di 31’ê Adarê de bi hev re bi ser kevin.”    Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî bi stranên hunermend Bengîn berdewam kir.