Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin 2024-03-17 13:07:52   OSMANIYE  - Welatiyên ku li Osmaniyeyê hatin gel hev agirê Newrozê bi coşeke mezin vêxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li vir bang kir û wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd, bi hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re pêkan e.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li Taxa Yunusemre ya Osmaniyeyê Newroz pîroz kir. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de ji du noqteyan ve ketin qada Newrozê, li qadê govenda Newrozê gerandin. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi govendê pîrozbahî li dar xistin.    Li qada pîrozbahiyê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin û qad bi flamayên partiyê hat xemilandin. Zarokên cil û bergên kurdî li xwe kirin rastî eleqeyeke mezin hatin û li qada Newrozê dîmenên rengîn derketin holê.    Pîrozbahiya Newrozê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, namzetê hevşaredariyê yê Osmaniyeyê Zîver Gumuş axivî. Gumuş, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir, piştre bal kişand ser hilbijartinên cihî û bang li her kesî kir ku xwedî li vîna xwe derkevin.    'DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD TAVILÊ WERE ÇARESERKIRIN’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Bozan, axaftina xwe wiha domand: “Em îro li Osmaniyeyê bang dikin; divê pirsgirêka kurd tavilê were çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Girtiyên siyasî ji bo bidawîkirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Her wiha dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Heke em bixwazin ev welêt ji vê krîza aborî ya giran xelas bibe, divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, bi hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”    Piştî axaftinan jî Bozan û Dayikên Aştiyê bi coşeke mezin agirê Newrozê vêxistin. Welatiyên ku li dora agirê Newrozê govend gerandin, bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kirin.    Bername, bi stranên hunermend Gulhan Bîşeng bi dawî bû.