Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin 2024-03-17 13:13:21   EDENE - Newroza Edeneyê dê di 24’ê adarê de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê were pîrozkirin. Komîteya amadekar ji bo “mezinkirina agirê Newrozê” tevahiya xelkê bajar vexwend Newrozê.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 24’ê adarê de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê were lidarxistin, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar hat dayîn û li gel namzetên hevşaredariyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.    Hevserokê Komîteya Amadekar a Newrozê Yaşar Demîr diyar kir ku dê Newroz di 24’ê adarê de saet di 11.00-17.00’ê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan were lidarxistin. Demîr, got ku Newroz mîrateya azadiyê ya hemû gelên bindest e û wiha domand: “Di heman demê de sembola têkoşîna azadiyê ye. Zilm, zext û zordariya li ser gelan didome lê nikarin li dijî berxwedana gel bi ser kevin.”    Bi domdarî Demîr tevahiya xelkê Edeneyê vexwend Newrozê û axaftina xwe wiha qedand: “Divê Newroza 2024’an bibe roja herî xurt a qêrîna dengê gelên têkoşîna azadiyê dimeşînin. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku bên qada Newrozê û agirê Newrozê em bi hev re geş bikin.”