MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike 2024-03-17 13:35:16   AMED - MED TUHAD FED'ê kongreya xwe ya 3’yemîn li dar xist. Di kongreye de bal kişandin ser têkoşîna girtîgehan û wiha hate gotin: “Kes nikare meşa me asteng bike.”     Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) di oteleke li navçeya Sûra Amedê de, 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), gelek nûnerên saziyên sivîl, dayikên ku Nobeta Edaletê digirin û welatî tev li kongreyê bûn. Di eywanê de pankartên “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hate daliqandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNİN’   Di kongreyê de ji çalakgerên Nobeta Edaletê Afîfe Kartal bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku heya Ocalan azad nebe dê ew jî azad nebin. Kartal diyar kir ku heya Ocalan azad nebe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘OCALAN HEQÎQETA ME YE’   Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç Zulkuf Gezen ê îro di zindanê de jiyana xwe ji dest daye bi bîr xist û anî ziman ku dê têkoşîna wan berdewam bike. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî destnîşan kir ku tevî zilma heyî, rastiya kurd a ku serê xwe natewîne heye û wiha axivî: “Rastiyek din jî birêz Ocalan ê 26 sal in li Îmraliyê, li ber xwe dide ye. Ew heqîqeta me ye. Tecrîda ser wî tecrîda ser me ye. Birêz Ocalan aktorek e. Hikûmet jî vê yekê dizane lê ranagire.”    ‘KES NIKARE MEŞA ME ASTENG BIKE’   Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî anî ziman ku dê kesek nikare meş û têkoşîna ku ew didin meşandin asteng bikin û ev tişt gotin: “Ev 112 roj in di zindanan de greva birçîbûnê heye. Em hêza xwe ji dayikên berxwedêr digirin. Em ê bi vê hêzê meş û têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftinan sînevîzyoneke ku ji dengê girtiyên di grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dane pêk dihat, hate nîşandan.    RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN   Piştî ku raporên faaliyetan û malî hatin xwendin bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Ji bo rêveberiya nû MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, Eylem Bîrtane, Nafiye Keleş, Sedat Esîn, Firat Taşkin, Sebahat Hasan û Emîne Kaya hatin hilbijartin.