Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin 2024-03-17 13:43:39 WAN - Bi sed hezaran kesên qada Newrozê ya Wanê tije kirin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.  Bi sed hezaran kesan qada Newrozê ya Wanê tije kirin. Pîrozbahî li quntarê keleha dîrokî ya Wanê tê lidarxistin û di her keliyê de coşeke mezin heye. Dayikên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin, derketin ser dikê.    Ji dayikan Aslihan Tîmûr wiha got: “Em dixwazin tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em naxwazin ku êdî rondik ji çavên tu kesekî bibarin. Banga me li her kesî ew e ku piştgiriyê bidin dengê dayikan.” Piştî axaftina Tîmûr, qada pîrozbahiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” olan da.   AXAFTINÊN NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ   Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt anî ziman: “Agirê ku ku Kawayê Hemdem vêxistî roj bi roj gurtir dibe. Em çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan silav dikin. Em ê têkoşîna xwe bi agirê Newrozê roj bi roj mezintir bikin. Em li vê qadê soz didin; dê qeyûman bişînin û bajarên xwe azad bikin. Em serkeftina 31’ê Adarê ji niha ve radigihînin.”    Nametê din Abdullah Zeydan jî wiha got: “Newroz, azadî û aştî ye. Ev qad nîşan dide ku rêhevalên Kawa dibêjin; ‘em li vir in, em li ser pêyan e û azadiyê dixwazin.’ Dê Dehaqên roja me anku qeyûmên AKP’ê teqez biçin. Dê 31’ê Adarê ji bo gelê kurd rêya aştiyê veke. Dê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin. 31’ê Adarê dê ji bo hemû hevalên me yên girtî rêya azadiyê veke.”    Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê derket lûtkeyê. Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Bahçecî jî di axaftina xwe de wiha got: “Newroz, li birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar dikin û dê vê tecrîdê teqez bişikînin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li her qadê li dijî jinan tên meşandin têbikoşin. Gelê me dê li dijî hemû zextan li ber xwe bide û bi ser keve.”    Piştre jî hunermend Faaz Sine derket ser dikê. Pîrozbahî bi muzîk û axaftinan didome.