Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê 2024-03-17 14:03:17 STENBOL - Ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sedhezaran kes ji saetên serê sibehê yên zû ve herikîn Qada Yenîkapiyê. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û coşa gel her ku diçe zêdetir dibe.  Newroza Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidaxistin. Ji 39 navçeyên bajêr ji heft salî heta heftê salî bi hezaran karker, kedkar û jin ji saetên zû yên serê sibehê ve herikîn Qada Yenîkapiyê.    Welatiyên hatin qadê, ji çar noqteyên cuda yên lêgerîn ketin qadê. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn û di destê her kesî de flama û berstûyên kesk, sor û zer û bandaj hebûn.    ‘JI PARTIYÊN BURJUVAYÊ RE DENG TUNE NE’   Li dika li qadê pankarteke mezin a bi nivîsa “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat daliqandin. Li gelek noqteyên qadê jî ala û flamayên DEM Partiyê û pankarta TJA’yê ya mezin a bi nivîsa “Bi jin, jiyan, azadiyê dem dema berxwedan û azadiyê yê” hate daliqandin.    Li qada Newrozê têkildarî hilbijartinên cihî jî peyam hatin dayîn. Li qada Newrozê pankarta “Ji partiyên burjuvayê re deng tune ne. Ji bo mitehitan deng tune ne. Dengên me ji bo Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne” hate daliqandin.    DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ HAT BERZKIRIN’   Li qadê coşeke mezin heye û girse gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike. Her wiha girse ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Kurdistan, bimre koledarî” berz dike.   JINAN BI TILILIYÊN XWE COŞA HEYÎ MEZINTIR KIR   Bi hezaran kesên qada pîrozbahiyê tije kirin, bi lêxistina muzîkê re dest bi gerandina govendê kirin. Jinên ku bi çepik û tililiyên xwe coşa li qadê zêde dikin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    DÊ DAYIKÊN GIRTIYAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIN   Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ku piştî rêzgirtinê derket ser dikê, girse silav kir.    YANGOZ: CEJNA GELÊN TUNE TÊN HESIBANDIN PÎROZ BE    Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz derketin ser dikê û girse silav kirin. Yangoz, di axaftina xwe de cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. Mûrat Kalmaz jî ji ewil Newroza gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û got ku Newroz navê azadiyê ye. Kalmaz, diyar kir ku gelê kurd nêzî azadiya xwe bûye û wiha got: “Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku beriya azadiya birêz Ocalan em nikarin qala azadiyê bikin. Heta ku birêz Ocalan nebe, di serî de pirsgirêka kurd dê tu pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nebin. Kurd bi qetilkirinê tune nabin. Bi sala ye serî netewandine. Em îro careke din bi tevlibûna sed hezaran azadiyê diqêrin. Dev ji şerê li dijî kurdan bedin û aştiyê bikin. Çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê paşvegavê neavêjin.”    Piştî axaftina hevserokan, koma Golgedekîler derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govendê gerandin.    BERNAME   Piştî koma Golgedekîler dê dayikên di Nobeta Edaletê de agirê Newrozê vêxin. Di berdewamiya bernameyê de dê Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, nûnerên EHP, TJA, EMEP û BMG’ê biaxivin. Di heman demê de dê hunermenda tunusî Emel Mathlouthi, Mîkaîl Aslan û Mûrad Demîr jî derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.    Berfirehiya nûçeyê tê....