Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin 2024-03-17 14:05:18   ÎZMÎR - Newroza Îzmîrê li Qada Gundogdûyê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.    Li Îzmîrê hezaran kesên ku Qada Gundogdûyê tije kirin, Newrozê pîroz dikin. Welatiyên serê sibehê li pêşiya cihên kontolê kom bûn, nêzî saetên nîvro ji cihên kontrolê derbas bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” derbasî qada Newrozê bûn. Jin cil û bergên herêmî, ciwan bi şal û şepikan di qadê de cihê xwe girtin.    PANKART HATIN VEKIRIN   Welatiyan di Qada Gundogduyê de posterên Denîz Poyraz a di encama êrişeke çekdarî de li avahiyê HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin û alên TJA, DEM Partî û hêzên sosyalîst ên çepgiran hilgirtin. Di qadê de pankartên “Bi rihê têkoşîna Kawayê Hesinkar em cihên bitecrîd hilweşînin, bajarên azad, ekolojîk û demokratîk ava bikin”, “Newroz pîroz be” û “Bijî azadî, bimre koledarî” hatin vekirin.    PÎROZBAHÎ DEST PÊ KIR   Girseya kom bûyî govend gerand, dirûşm berz kir û tililî avêt. Pîrozbahiyê Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Bernameya Newrozê dê bi axaftinên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin bidome.