Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin 2024-03-17 14:47:27 ŞIRNEX – Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e di heman demê de li ser aştî û refaha welêt e û wiha got: “Divê ev tecrîd tavilê bê rakirin.” Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Şirnexê pîrozbahiya Newrozê li dar dixe. Hevserbokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê ku 14 km’an dûrî navenda bajar e, bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin û jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin qada Newrozê, piştî lêgerîna li du noqteyan ketin qadê. Qada Newrozê bi cil û bergên kurdî xemilî.    Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (DÎSK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bi berxwedana “Bijî berwedana zindanan” ketin qadê û li qadê posterê Qazî Mihemed hate vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Deng namûs e, namûs nayê firotin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.    BÊNAVBER DIRÛŞMÊN TÊKILDARÎ OCALAN HATIN BERZKIRIN   Tevî barîna barana zêde jî qad tije bû û govend hate gerandin. Ciwanan fularên bi rengên kesk, sor û zer girêdan û kal û pîran jî bi çepikan hêz dan coşa Newrozê. Piştî ku muzîk hatî qutkirin, ciwanan bi yek dengî sirûda “Herne Pêş” gotin. Piştî sirûdê, girseyê li ber stranan govend gerand. Her wiha bênavber dirûşmên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin.    Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Komîteya Amadekar piştre girse silav kir û coşa pîrozbahiyê bi stranên hunermend Hozan Aytaç derket lûtkeyê. Bi sekinîna muzîkê re girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    ‘DÊ MEŞA ME YA AZADIYÊ BIDOME’   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan di pîrozahiyê de axivî û got ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de serhildana li dijî zilm, mêtingerî û talanê ye. Buldan, wiha domand: “Newroz di heman demê de meşa azadiyê ye. Hezar silav ji meşvanên azadiyê re.” Buldan, siyasetmedarên girtî jî silav kir û got ku dê meşa wan a azadiyê bidome.”   NAMEYa ABDULLAH OCALAN BI BÎR XIST   Di berdewamê de Buldan nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Di Newroza 2023’yan a Amedê de nameya birêz Ocalan hat xwendin. Wê demê pêvajoya aştiyê didomiya û di nameyê de banga ‘bila çek bêdeng bibin’ hate kirin. Lê tevî vê jî tecrîda li ser birêz Ocalan didomînin. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e, her wiha aştî û refaha welêt jî tê tecrîdkirin. Divê ev tecrîd tavilê be rakirin.”    ‘WERIN LI CEM GELÊ XWE BISEKININ’   Buldan, wiha bang li gel kir: “14 roj piştre dê hilbijartin bê lidarxistin. Dema wê hatiye ku em Şaredariya Şirnexê ku AKP’ê bi darê zorê û hîleyan wegirtî dîsa bi dest bixin. Em dizanin ku tu ferq di navbera şaredarê AKP’î û qeyûman de nîne. Xwediyê Şirnexê gelê wê ye. Xelkê Şirnexê dê dersekî dîrokî bide û mohra xwe li Tirkiyeyê bide. Divê şirnexiyên li derve jî bên dengê xwe bidin. Ez dixwazim bangî şirnexiyên dengê xwe nadin me bikim; werin dengê xwe bidin gelê xwe û li rex gelê xwe bisekinin. Dem dema yekitiyê ye.”    Piştî axaftina Buldan, peyamên parlamenterên serdema berê hatin xwendin. Piştre jî hevserokên DEM Partiyê yên Şirnexê û namzetên hevşaredariyê derketin ser dikê û gel silav kirin.    Pîrozbahî bi coşeke mezin didome.