Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye 2024-03-17 14:53:17   WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di Newroza Wanê de axivî û wiha got: “Gelê kurd ji bo azadiya birêz Ocalan li ser pêya ye. Gelê kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dike.” Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çaresekirin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di Newroza bicoş a Wanê de axivî û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ev 100 sal in didome. Ev qad vê têkoşînê baş rave dike. Polîtîkaya wan li dijî vî dîmenî têk diçe. Çi dikin bila bikin dê nekarin bi ser kevin û bi gelê kurd serî bidin tewandin. Dê têkoşîna me ya li dijî şer û dagirkeriyê bidome. Bawer bikin dê gelê kurd serî netewîne. Erdogan û Bahçelî li hemberî têkoşîna gelê kurd ewqas aels bûn ku niha hêviya xwe girêdayî kontrayan kirine. Hêviya xwe girêdayî kesên li Kurdistanê bi hezaran kurd qetil kirin dikin. Yên ku di salên 90’î de li biryargehên JÎTEM’ê hatin perwedekirin û kurd didan kuştin, îro heman rêbazê bi kar tînin. Hûn kujer in û gelê me baş bi vê dizane. Ev planên we di Newrozê de têk çûye.”   ‘GELÊ KURD DAXWAZA AZADIYA RÊBERÊ XWE DIKE’’   Bayindir, bi domdarî got ku gelê kurd daxwaza azadiya xwe dike û wiha domand: “Gelê kurd ji bo azadiya birêz Ocalan li ser pêya ye. Gelê kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dike. Em ê li her devera cîhanê li dijî tecrîd û dijminatiya li kurdan têbikoşin. Çi dibe bila bibe dê serkeftin a me be.”    HATÎMOGÛLLARI JI BO PIRSGIRÊKA KURD BANG KIR   Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku hûn bi me re bin bila kesên li Enqereyê faşîzmê belav dikin baş bizanin ku em ê tu caran têk neçin. Bila Erdogan bê û vê meydanê bibîne. Bila bibîne bê ka gelê kurd çawa têkoşîna xwe ya ji bo ziman, çand û hebûna xwe diparêze.”    Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a têkildarî Newrozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di peyama birêz Ocalan de aştî heye û pêşniyar pêkvejiyanê dike. Em bangî hemû muxataban dikin; pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka 4 parçeyan e, pirsgirêka gelan e û divê were çareserkirin. Ji bo gelên me bi aştiyane bijîn, divê jiyaneke hevpar were avakirin. Divê ev yek di bin mîsogeriya destûra bingehîn de be. Di heman demê de perwerdeya bi zimanê dayikê divê were mîsogerkirin. Em bi rêya piştevaniyê ji xwe bi awayeke aştiyane dijîn. Em bangî van dîktatoran dikin; hema hûn li ser serê me nebin sî, em tu tiştekî din ji we naxwazin. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, aştî ye. Em jî têkoşîna xwe ya birûmet mezin dikin.”    ‘EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE BI SER KEVIN’   Hatîmogûllari bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên cihî axaftina xwe wiha qedand: “Em hewl didin ku di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Em ê dersekî bidin kesên li Kurdistanê şer û birçîtiyê li gel ferz dikin. Hûn dê li ser sindoqan bersivê bidin kesên zimanê kurdî qedexe dikin û dijminatiyê li gel û baweriyên cuda dikin. Erdogan, niha hêviya xwe girêdayî Hîzbûlkontraya ku li Kurdistanê gelek mirov qetil kirî. Em ê di hilbijartinê de derseke mezin bidin wan. Ji bo vê jî divê em bi ruhê seferberiyê bixebitin.”    Piştî axaftinan, pîrozbahî bi stranên Helîmê Omerî re berdewam kir.