Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn 2024-03-17 15:32:49   DÎLOK - Bi hezaran kesên tev li Newroza Dîlokê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Aslan ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên di Newrozên berê de parve kir, wiha got: “Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin.”    Coşa Newrozê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Îro li 15 bajaran Newroz bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin ku yek ji wan navendan jî Dîlok bû. Pîrozbahî li navçeya Şehît Kamîl bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran kesan berê xwe dan Qada Otobusên Turê. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn û bi taybet jî tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû.    Gelek kes bi şel û şepikan û bi kiras û fîstanan tev li pîrozbahiyê bûn. Di heman demê de beşdaran flamayên kesk, sor û zer hilgirtin.    Ciwanên li qadê pankarta "Mizgîniya herî mezin azadiya gelan e” hilgirtin û ESP’iyan jî pankarta "Bijî Newroz sosyalîzm" bi darekê ve daliqandin.    DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN KIRIN   Di Newrozê de coşeke mezin hebû û pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê jî welatiyan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.    Her wiha girseyê ji bo silavkirina girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk 112 roj in di greva birçîbûnê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me têk bibin”, “Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û “Her DEM berxwedan, her DEM azadî” berz kirin.    'DAWIYA HEMÛ DÎKTATORAN MÎNA YA SEDAM E’   Di pîrozbahiyê de li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Mehmet Satan axivî û girse silav kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan jî got ku Newroz sembola berxwedanê ye. Ayhan, Komkujiya Helebçeyê bi bîr xist û got ku dawiya hemû dîktatoran dê mîna ya Sedam Hisên be. Her wiha Ayhan, silav ji girtiyên siyasî re şand û got: “Her DEM berxwedan, her DEM azadî."    Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Dîlokê derketin ser dikê û gel silav kirin.    'EM Ê FERASETA RANTXWIR DI SINDOQÊ DE TÊK BIBIN’   Endamê PM’a DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk jî Newroz li gel pîroz kir û got ku dê gel di hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê de kesên îradeya wan xesp dikin têk bibe. Bozgeyîk ji gel xwest ku li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkeve û banga têkoşîna hevpar kir.    KOMÊ BI STRANÊN XWE COŞA GIRSEYÊ DERXIST LÛTKEYÊ   Piştî axaftina Bozgeyîk, koma Babetnayê derket ser dikê û stranên xwe got. Bi stranan re girseyê govend gerand û coşa wan derket lûtkeyê.    ‘XWEDÎ LI ZIDANAN DERKEVIN’   Piştî komê, Kasim Karataş ku piştî 33 salan hatibû berdan derket ser dikê û bangî gel kir. Karataş, wiha got: “Min silavên hevalên girtî ji we re anîn. Ez hemû hevalan bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikim. Bibin dengê zindanan. Hûn hêviya wan in. Hevalên me li ber xwe didin û dê li ber xwe bidin. Heke hûn xwedî li wan derbikevin dê bi ser kevin. Divê em ruhê yekitiyê mezin bikin. Heke em yekitiya xwe mezin bikin dê xwedî li hevalên xwe yên di zindanan de jî derkevin. Ji bo vê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in. Divê gelê kurd careke din nîşan bide ku çareseriyeke demokratîk dixwaze. Divê her kes li dora DEM Partiyê kom bibe.”    ASLAN: EM NEWROZA BIRÊZ OCALAN PÎROZ DIKIN    Herî dawî jî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derket ser dikê û wiha bang li gel kir: “Îro bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin. Em silavên xwe ji Dîlokê bo wan dişînin. Em Newroza birêz Ocalan pîroz dikin ku yê Newrozê dike Newroz ew e. Em Newroza hemû kesên di greva birçîbûnê de pîroz dikin. Newroz ji bo me pir girîng e. Em kesên ji bo Newrozê bedena xwe şewitandin silav dikin.”   Bi domdarî Salan nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû bi bîr xist û wiha domand: “Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser dibe jî dê ev têkoşîn bidome.”    AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN   Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê û Aslan bi hev re agirê Newrozê vêxistin. Bi hilkirina agirê Newrozê re çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin û girseyê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan azadî" berz kir.    Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê jî mezintir bû. Herî dawî jî Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.