Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin 2024-03-17 16:04:01 ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Îzmîrê de axivî û got ku dê xwedîderketina wan a li deklarasyona Newroza 2013’an a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Bila dost û dijmin her kes baş bizane ku dê ev Newroz bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.”  Bi hezaran kesên herikîn Qada Gundogdu ya Îzmîrê Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de li pêşiya noqteyên lêgerînê kom bûn, di saetên ber bi nîvro de ji noqteyên Qada Cumhuriyetê û Qada Alsancakê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" daketin qadê. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û welatiyan bi cil û bergên kurdî rê li ber dîmenên rengîn vekir.    Girseyê bênavber tililî avêtin, dirûşm berz kirin û govend gerandin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir.    RUHÊ ZEKIYE Û RAHŞANÊ LI GUNDOGUYÊ YE   Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê yê Îzmîrê Hacay Yilmaz Cejna Newrozê pîroz kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Rezan Karabulut û Mehmet Kuruş jî diyar kirin ku ew Newrozê bi ruhê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li Qada Gundogduyê pîroz dikin. Hevserokan gotin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew ê agirê Newrozê geştir bikin.    DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN   Di pîrozbahiyê de li ser navê dayikên tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, Peyrûze Kurt axivî û wiha got: “Heta deriyên zindanan tên vekirin em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Newroz li hemû gelan pîroz be.”    Piştre jî dayikên di Nobeta Edaletê de tevî keça Mûsa Anter Rahşan Anter û xwişka Zekiya Alkan, Meziyet Çaglar agirê Newrozê vêxistin.    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI ENQERE Û ÎMRALIYÊ YE    Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Îzmîrê Akin Bîrdal û Turkan Aslan Agaç derketin ser dikê. Bîrdal, got ku agirê Newrozê rêya wan ronî dike. Bîrdal, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li Îmrali û Enqereyê ye. Agaç jî diyar kir ku îroj roja serhildanê ye û bang li her kesî kir ku di 31’ê Adarê de piştgiriyê bidin partiya wan.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê û anî ziman ku dê têkoşîna ji bo avakirina rejîmeke demokratîk bidomînin.    ÇÎÇEK: DÊ EV NEWROZ BIBE NEWROZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî di axaftîna xwe de bal kişand ser pirsgirêkên welêt û ev tişt anî ziman: “Yên ku van pirsgirêkên qedîm çareser nekin dê rûyê rehetiyê nebînin. Tekane kesek heye ku van pirsgirêkan çareser bike ku ew jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Oaclan e. Ev 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 3 sal in em tu agahiyan jê nagirin. Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li dijî gelê kurd e. Bila dost û dijmin her kes baş bizane ku ev Newroz dê bibe Newroza azadiya birêz Ocalan. Dem dema azadiyê ye. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî dê berxwedana me bidome.”    Axaftina Çîçek gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qutkirin. Çîçek peyama Abdullah Ocalan a di Newrozên berê de xwend.    Aktîvîsta TJA’yê Emîne Bozdag jî got ku ew bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadên Newrozê ne û ev tişt anî ziman: “Ez têkoşîna jinên kurd ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî silav dikim. Em ê alaya Sakîne, Roza, Rahşan, û Zekiyeyan hêj bêhtir bilind bikin. Bijî jinên azad, bijî berxwedana jinên kurd.”    UÇAR: EM XWEDÎ LI DEKLARASYONA 2013’AN DERDIKEVIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Newroza îro bersiva 31’ê Adarê ye.” Bi domdarî Uçar Newroza îsal weke Newroza azadiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xwedîderketina me ya li deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan bidoıme. Ji vê Newrozê ve em ê Îzmîrê bikin sembola azadî, xwişk-biratî û aştiyê.” Her wiha Uçar bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û got ku ew li dijî îktîdarên êrişkar bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin.    Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan derketin ser dikê.