Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-03-17 16:04:48 MÊRDÎN - Rahşan Demîrel a di Newrozê de agir berdabû bedena xwe, li ser gora xwe hate bibîranîn.  Di sala 1992'yan de pîrozbahiyên Newrozê li Şirnex û navçeyên Cizîr û Nisêbînê hatin qedexekirin. Rahşan Demîrel li dijî qedexeyên Newrozê li Kadîfekaleya Îzmîrê agir berdabû bedena xwe û bûbû Newroz. Tevî malbatê gelek siyasetmedar û welatî ji bo bîranînê çûn ser gora Demîrel. Di bîranînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.    ‘HÛN DILÊ VÊ TEVGERÊ NE’   Piştî rêzgirtinê Emîne Demîrel destnîşan kir ku ew ji sala 92’yan heya niha bi gelê Nisêbînê re ne û wiha axivî: “Çarenûsa me hevpar hatiye nivîsîn. Ji ber yên li we hatine kirin, li me jî hatin kirin. Bedenên we di girtîgehê de dihatin ragirtin, ya min jî di hembêza min de bû. Ji ber wê yekê êşa me hevpar e. Hûn yên ku berdele didin in, yên serbilind in, yên ku heq dikin in. Edalet, mirovahî û hebûna we dixwaze. Hûn dixwazin bibin xwebûn. Ji ber vê yekê ez li cem we me û destên min destên we digirin. Ez nikarin bihayê rastiya we, berxwedanan we û rêya we bikim. Hûn dilê vê berxwedanê ne. Çawa ku dema dilê mirovekê lê dide dijî, hûn jî gelê Nisêbîn jî dilê vê tevgerê ne. Ji Rojhilat heya her der Kurdistanê, li ku derê kurdek hebe ez Newroza we hemûyan pîroz dikim.”    ‘ŞEHÎDÊN ME SEDEMA HEBÛNA ME NE’   Dê têkoşîna me dê her tiştî bigihîne rastiya xwe. Kes nikare rastbûn, girêdayîn, êş, derd û têkoşîna we nîqaş bike. Ne hedê min e ku ez jî ser vê mijarê biaxivim, vebêjim. Ez bejna xwe li ber we ditewînim, hûn hemû li ser ser û çavên min hatin. Şehîd hebûn e, xwebûn e, rastiya bingehîn e, heq e heqaniyet e. Şehît hîmê bingehîn ê exlaqê ye, qirêjahiyê tune dike; Şehîd wekî ava kewserê ser qirêjahiyê diherike û wê qirêjahiyê tune dike, paqij dike. Em ji ber vê yekê girêdayî şehîdên xwe ne, li hember wan berminetdar in. Ne hedê tu kesê yek ku şehîdan bike alaveke bûyerekê û karekê. Ji ber vê yekê ew sedema hebûna kurd û Kurdistanê ne, xwebûn in.”   Piştî Demîrelê, Mehmet Newroz Turk axivî. Turk destnîşan kir ku ji Mazlum Doganan heya Ferhat Kurtay û Rahşanan hezaran kes di oxira vê riyê de canê xwe feda kirin û wiha got: “Hezaran mirovên me di vê riyê de bûn ax û xwîna xwe dane vê têkoşînê. Em ê ji bo doza wan her tim têbikoşin û dê di riya wan de bimeşin. Şehîd namirin.”    Piştî axaftinan girse qurnefîl danîn ser gora Demîrel.