Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin 2024-03-17 16:52:54   WAN - Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi tev li bûna deh hezaran kesan ber bi navendê ve meş hat lidarxistin.    Li Wanê piştî bidawîbûna pîrozbahiya Newrozê, bi deh hezaran kesan ber bi navendê ve dest bi meşê kir. Welatiyên ku ji Taxên Hatuniye û Rêya Kelehê ber bi navendê ve dest bi meşê kirin, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan li ser Cadeya Terzîoglû bi bombeyên îsotê êrişî welatiyan kir û gelek kes birîndar kirin. Hat zanîn ku gelek kes hatine binçavkirin û polîsan bi helîkopteran bombeyên gazê avêtin girseyê.    Di navbera ciwanên belavî kolanan bûn û polîsan de pevçûn derketin.