Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye 2024-03-17 17:01:42 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di Newroza Stenbolê de axivî û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got: “Nifteya çareseriya pirgirêka kurd, li Îmraliyê ye.”  Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bûn didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di Newrozê de axivî û wiha got: “Newroz, têkoşîna Hrant Dînk, Dayika Berfo, Dayikên Şemiyê, Berkîn Elvan û Emîne Şenyaşaran a li dijî îktîdara AKP-MHP’ê ye.” Bi domdarî Bakirhan silavên girtiyên siyasî ji girseyê re got û Newroz li girtiyên siyasî pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Em ê tecrîdê têk bibin û hemû girtiyên siyasî azad bikin.”    ‘NIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’   Bakirhan, bi domdarî wiha got: “Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Hêj jî qala tank û tifingan dikin. Meseleya kurd bi rêya guftûgoyê dikare were çareserkirin. Dê sedsala duyemîn a komarê bibe sedsala çareseriya pirsgirêka kurd. Gelê kurd dê têkoşîna xwe ya li dijî zaliman bidomîne. Em careke din bang dikin; nifteya çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Em hêj ji li gel deklarasyona birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de ne.   DIVÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE   Em ê bi hev re tecrîdê têk bibin û hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de bi tenê nehêlin. Rojên xweş nêz in. Îro roja xwedîderketina li zimanê dayikê, mezinkirina têkoşîna hevpar û avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Îro roja bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.    Dê gelê me rengê 31’ê Adarê diyar bike. Em ê li her derê bi ser kevin û qeyûman bişînin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê em ê bi alîkariya we bajarên xwe birêve bibin.”    DEMÎR: EM KAWAYÊN BERXWEDÊR IN   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr jî wiha got: “Em mîna çeman diherikin û bicoş in. Em ê li dijî vê pergalê yekitî û têkoşîna xwe bi agirê Newrozê geş bikin. Newroza 2024’an dê yekitiyê mezintir bike. Bijî berxwedana me. Her wiha li ser birêz Ocalan rejîmeke taybet a îşkenceyê heye. Li girtîgehan jî bi hezaran girtiyên nexweş bi vê pergala îşkenceyê re rû bi rû ne. Em mecbûr in ku vê pergalê serûbin bikin Di serî de birêz Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî tavilê azad bibin. Divê birê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Em dibêjin ku polîtîkayên tecrîd û şer tenê dema bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin dikare rabin û aştî pêk bê. Ev roj dê bên û gelek dûr nînin.”    Pîrozbahî didome.