Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist 2024-03-17 19:28:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê agirê Newroza 2024ˊan pêxist û bang li gel kirin ku tev li Newroza ku dê li bajarok, navçe û bajaran were pîrozkirin bibin.    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya hatina Newrozê daxuyaniyek da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.   Di daxuyaniyê de şehîdên di oxira her tim agirê Newrozê pêxistî be de canê xwe daye û gel bi azadî û rûmet bijîn bi bîr anîn.   Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de Newroz li tevahî gelê Herêmê, di serî de li malbatên şehîdan, şervanên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi gelê xwe re ye ku nirx û wateyên Newroza rasteqîn bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê pêk bîne.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin îro agirê Newrozê tê pêxistin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin û her wiha bang li gel dikin beşdarî Newrozê bin.   Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.