Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide 2024-03-17 19:44:09   AMED - Şaredariya Dîcleyê  ya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mala şînê ya aydê şaredariyê ji bo mewlîda ji ber meha Remezanê bide, bikarbîne.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber meha Remezanê xwest li Malaşînê ya Çelebî ya aydê şaredariyê ya li Taxa Çelebî ya navçeya Pîran a Amedê mewlîdê bide.     Lê Şaredarê AKP’î Felat Aygoren destûr neda ku DEM Partiyî li Malaşînê ya Çelebî mewlîdê bidin. Midûriyeta Polîsan a Navçeyê li rêveberên DEM Partiyê geriyan û diyar kirin ku şaredar Aygoren destûrê nade mewlîdê. Aygoren mifteya mala şînê jî da wergirtin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan. Piştî ku şaredarê AKP’î yê got ku destûrê nade mewlîd bê dayîn, wesayîtên zirxî yên polîsan li ber Malaşînê ya Çelebî dest bi sekinînê kirin.    DEM Partiyê li ser destûr nehate dayîn, biryar da ku li ber buroya hilbijartinê ya li Taxa Baglarbaşiyê mewlîd were dayîn.