Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn 2024-03-17 20:28:39   STENBOL - Partiyên siyasî û rêxistinên ku di Newroza Yenîkapiyê ya bi sed hezaran kes beşdar bûn de axivîn gotin “Niha dem dema azadiyê ye” û li dijî desthilatê peyama têkoşîna bi hev re dan.    Pîrozbahiya Newrozê ya ku li qada Mitîngê ya Yenîkapiyê bi tevlîbûna sed hezaran kesan li Stenbolê hate lidarxistin bi dawî bû. Piştî axaftinên Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tûncer Bakirhan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, axaftvanên din derketin ser dikê.   TJA’YÊ JI JINÊN GIRTÎ RE SILAV ŞANDIN     Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca ya ewilî axivî, sed hezar silav kirin. Sarûca, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin û wiha got: “Em tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibînin ku tecrîd li dijî gelan tê pêkanîn.  Ez hemû hevalên ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketine çalakiya greva birçîbûnê silav dikim. Di kesayeta Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û Fîgen Yuksekdagê de ji hemû girtiyên siyasî re silav.”   Sarûca, diyar kir ku Newroz li dijî kesên jinan tune dihesibînin berxwedanek û serhildanek in û wiha domand: “Yên ku bi zext, binçavkirin û zindanan hewl didin me bitirsînin, ji bîr nekin ku ev mîrate ji Zekiye Alkanan, Mazlûm Doganan û Sema Yuceya ku digotin ‘Ez dixwazim ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bedena xwe bikin pireke ji agir' e.”   EHP: BILA RÊYA ME VEKIRÎ BE    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî wiha got: “Ev Newroz, Newroza Kawayên Hesinkar e. Newroz pîroz be. Gelê kurd ji bo ku di sala 2024’an de mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê bikarbîne neçar dimîne ku têbikoşe. Em dibêjin hiqûqek, makeqanûneke wiha dibe. Em gelek bixebitin van bişînin. Bila rêya me vekirî be.”   BMG: NIHA DEMA AZADIYÊ YE    Pişt re li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) Muhammed Hîzmetçî axivî. Hîzmetçî, diyar kir ku kurd, ermen, penaber li ser vê axê tune tên hesibandin û wiha got: “Jin karker tên qetilkirin. Ji ber ku li ser serê me belayek heye. Me sond xwar ku em vê pergalê hilweşînin. Her rû û dilê ez li vir dibînim keleheke şoreşger e. Li zindanan çalakiya greva birçîbûnê heye. Ev ax bi tecrîdê hatiye dorpêçkirin weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dorpêç kiriye hemû girtî dorpêç kiriye. Em dixwazin gelê kurd û gelên bindest azad bin û li welatekî demokratîk bijîn. Em meşaleya Kawayê Hesinkar hilgirin û bêjin ‘Niha dema azadiyê ye’. Newroz pîroz be.”   EMEP: EM Ê BI HEV RE BÊJIN BISEKINE    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan bi silavdayîna gel dest bi axaftina xwe kir. Aslan, diyar kir ku desthilat li ser jinan, ciwanan û karkeran terorê dimeşîne û wiha got: “Her roja diçe li dijî hemû kesên têkoşînê dikin siyaseta tundiyê zêde dibe. Em ên ku li van qadan hatine bahev, em ê yekîtî û hêza xwe bi kar bînin ku em bi hev re li dijî vê meyla faşîst bisekinin. Li girtîgehan bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Siyasetmedarên kurd ên bi vîna gel hatine hilbijartin di girtîgehan de ne. Divê di zûtirîn demê de girtîgeh werin valakirin. Ev desthilata yek zilamî ji bo gelên Fîlîstînê azadiyê dixwaze. Lê belê li Rojava û Kurdistanê bi pevçûnên rojane re hewl dide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd bifetisîne. Em vê helwesta durû şermezar dikin. Em li cem gelê Xezayê û gelê kurd in. Em ê bi hev re têbikoşin û serbikevin. Em dikarin bi têkoşîna yekgirtî ya gelê xwe vê pergala zordar hilweşînin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”   Pişt re hunermend Mîkaîl Aslan derket ser dikê. Ligel stranên wî yên bi zaravayê kirmanckî yê kurdî bi sed hezaran kesan govend gerandin. Di pîrozbahiya coş lê zêde bû de çepik û tilîlî yek keliyê nesikînin. Newroza Stenbolê bi stranên hatin gotin bi dawî bû.