Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist 2024-03-17 21:26:39   ŞIRNEX - Ciwanên li çiyayên Qilebanê bi agirên vêxistin re Newroz pîroz kirin, fîşekên hewayî avêtin.    Li navçeya Qileban a Şirnexê agirê Newrozê hate vêxistin. Ciwanên qilebanî yên li çiyayên dora navenda bajêr a di newaleke kûr de ye bi agirên vêxistin re Newroz pîroz kirin, fîşekên hewayî avêtin. Agirê li çar hawîrdorên navçeyê hatin vêxistin û fîşekên hewayî yên hatin avêtin, tarîtiya şevê ronî kirin.