Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir 2024-03-17 21:47:16   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê jinan bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.   Li taxa Kizir a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz hate pîrozkirin.  Jinên ku kiras û fîstan li xwe kiribûn li taxê kom bûn, bi hevre agirê newrozê pêxistin û bi meşaleyan dora agir ziviriyan.  Jinan di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin.    Pîrozbahiya jinan bi gêrandina govendê bi dawî bû.