Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin 2024-03-17 22:29:50   SÊRT – Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin û li kolanan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” olan da.   Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Taxa Çakmak (Bariş) ya girêdayî Sêrtê şahiya Newrozê hat lidarxistin û agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin. Ewilî welatî li ber Firina Çakmakê kom bûn û heta qada ku şahî lê hat lidarxistin, bi meşale û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan. Şêniyên taxê eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan û bi tevlibûna sedan kesan şahî vegerî mitîngê. Welatiyên ku li taxê kombûn govend gerandin û dirûşme berz kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan Saritaş, namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeya navendî û bi sedan kes tev li şahiyê bûn.   Di şahiyê de parlementera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Saritaş, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan belavî hemû civakê bûye û diyar kir ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo rakirina tecrîdê berdewam bikin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû