Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be 2024-03-17 22:44:42   AMED - Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeyên Peyas û Bajarê Nû hate kirin de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehen berdewam dike û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Newroz hate pîrozkirin.    Di pêşengtiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê de li navçeyên Peyas û Bajarê Nû agirê Newrozê hate vêxistin. Li Newroza bi sedan kes tevlibûn coş qet nesekinî.     Kesên li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Peyasê hatin bahev, bi meşaleyên di destê xwe de meş li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, namzetên hevşaredariyê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê û gelek kes tev li meşê bûn. Beriya meşê li ber buroyê li ber stranên Newrozê govend hate gerandin.    GIRTÎGEH NEHATIN JI BÎR KIRIN     Pişt re girse bi dirûşmeyên “Newroz pîroz be” ber bi Taxa Peyasê ve meşiyan. Girseya ku gihişt taxê li vir ji aliyê şêniyên taxê ve bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir li ber erbane û dahol û zirneyê demekî dirêj govend gerand. Di dema pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Ligel dirûşmeyan agirê Newrozê hate vêxistin.     Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz wiha got: “Ev Newroz agirê Kawa yê li dijî Dehaqan hatiy vêxistine. Em azadiya gelê kurd dixwazin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûmên qirêj ji bajarê xwe bişînin. Bajarê me 8 sal in bi qeyûmên qirêj tê birêvebirin.”   ‘MEŞA ME YA AZADIYÊ DÊ MEZIN BE’     Gurbuz, destnîşan kir ku li dijî hemû zextan dê meşa azadiyê nikare were astengkirin û wiha berdewam kir: “Her roja ku diçe dê meşa me ya azadiyê mezin bibe. Gelê me dê bi awayekî xurttir tev li vê meşê bibe û ev meş dê bigihe azadiya xwe.  Girtî 112 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji bo mafên gelê kurd û jiyaneke azad di grevê de ne. Bila tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û gelê kurd azad bibe. Em ê di 21’ê Adarê de bi gelê xwe re li qadê bin. Em ê di 31’ê Adarê jî bersiveke xurt bidin.”   BAJARÊ NÛ   Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li Parka Bariş a Taxa Ben û Senê ya Semta Şehîdlîkê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû jî Newroz pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça, rêxistinên navend û navçeyê yên DBP û DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.    Piştî ku agir ji aliyê hevserokan ve hate vêxistin girseyê li çepikan xist û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin. Bi dehan kesên bi ligel dahol û zirneyê govend gerandin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin.    Pîrozbahiyên Newrozê yên fîşekên hewayî jî hatin avêtin, piştî ku demekî dirêj govend hate gerandin bi dawî bû.